Jinên Sûdanê tevî koçberî û kuştinê serhildana xwe didomînin

Aktîvîsta Sûdanî Menal El-Ewal diyar kir ku serhildana jinan tevî kuştin, koçkirin û tundiyê berdewam dike û bang li jinan kir ku bibin yek.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Li Sûdanê 11 milyon penaber ku piraniya wan jin û zarok in, hene. Ev penaber li seranserê dewletên ku bi ewle têne hesibandin belav bûne. Ew di stargehên wek dibistan, mizgeft û avahiyên din de dijîn, ew jî bê stargeheke têrker in. Bi hezaran kesên din jî ji ber şert û mercên dijwar û nebûna xizmetguzariyan, bi taybetî jî ji bo jinan, neçar in ku li kolanan, di bin baran û tavê de bimînin.

'2 milyon û 500 jinên ciwan ên penaber ji mafên xwe yên perwerdeyê bêpar mane'

Menal El-Ewal, endama Komîteya Rêveber a Tora Jinên Sûdanê ye. Menal, aktîvîsta siyasî û endama Track 2 ye, beşdarî danûstandinên Peymana Aştiyê ya Cûbayê ya ji bo Sûdana 2020'an bûye. Menal endama şandeya 14 jinan a ku beşdarî danûstandinên aştiyê yên Cenevreyê 2024'an bûn e jî. Menal got ku 2 sal û 3 mehên şerê berdewam ê li Sûdanê, bûye sedema rastiyek trajîk ku jin du qat di bin bandora wê de mane, ew bûne mexdûrên herî berbiçav ên ku êşa binpêkirinên li dijî laşên xwe dikişînin. Menal ragihand ku 2 milyon û 500 jinên ciwan ên penaber ji ber şer ji mafên xwe yên perwerdeyê bêpar mane û di bin xetereya destdirêjiya navmalî, tundiya navmalî û zewaca zû de mane.

Êşa jinên Sûdanî nayê xeyalkirin û veşartî mane

Menal El-Ewal tekez kir ku êş û azarên jinên Sûdanî ji ber şer ji bo mirovan nayên xeyalkirin û wiha got: "Tevî ku hinek binpêkirin hatine kişandin jî, tiştê ku li pişt kamerayê diqewime ji ya ku hatiye eşkerekirin pir tirsnaktir e. Piraniya jinên li herêmên şer, tirsa domdar a tecawiz û kuştinê hîs dikin. Penaberên jin ên ku koçî dewletên cîran ên Sûdanê jî bûne, di rê de tî û birçî mane, piraniya wan jî jiyana xwe ji dest dane. Aliyên ku şer û pevçûn dane destpêkirin berpirsyarên vê wêrankirin û trajediyê ne. Alîkariyên mirovî jî têra koçberan nake û li gelek deran rojê tenê carek xwarin tê belavkirin. Ji ber vê yekê jin bi karên destan ên mîna çêkirina sabûnan, hewl didin debara xwe bikin."

'Ji ber binpêkirinan bûyerên xwekuştinê zêdetir dibin'

Menal El-Ewal têkildarî bûyerên xwekuştinê yên ku di nava jinên ciwan de rû didin wiha axivî: "Ji ber binpêkirinên ku jiyane, dighên asta xwekuştinê. Rêxistinên civaka sivîl û jinan li Sûdanê û derveyî welêt, bi piştgiriya psîkolojîk a jinan û alîkariya kesên ku rastî destdirêjî û tecawizê hatine, hewl didin ku barê jinan sivik bikin. Heta ku protokol ji bo pêşîlêgirtin û piştgiriya psîkolojîk werin peydakirin. Jinên ku alîkariya jinên sax mane û bi destdirêjiyê re rû bi rû mane re kirine, hatine kuştin. Çalakvanên jin bi binpêkirinên mezin re rûbirû dimînin, lê dîsa jî em îsrar dikin ku piştevanî bidin jinan û parêzvaniya wan bikin.”

'Tu peymanan beşdariya jinan li xwe ranegirt'

Menal El-Ewal da zanîn ku ji dîrokê ve li Sûdanê gelek şer rû dane, lê şerê dawî gelek dijwar bûye û wiha berdewam kir: "Ji sala 1972'an vir ve, Peymana Addis Ababa hebû, ku bi vegera şer bi dawî bû. Piştre Peymana Xartûmê ya sala 1997'an hat, ku bi têkçûnê bi dawî bû. Piştre Peymana Swîsreyê ya ji bo agirbestê ku çar salan dom kir û peymanên din hatin ku bûn sedema avakirina dewletek li Sûdana Başûr. Bi destpêkirina pevçûnê re, peymana 2021'an hat, lê tevî avakirina hikûmetek jî ew nebû sedema aştiyek berfireh. Ti peymanan rol an beşdariya jinan li xwe ranegirt. Bi beşdariya 14 jinan a li civîna Cenevreyê jî bi piştevaniya Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û rêxistinên din, komxebatek li ser danûstandinên di navbera her du aliyên şer de li dar xistin, lê artêş beşdar nebû."

Divê jin ji bo bidestxistina mafên xwe planeke rastîn amade bikin’

Menal El-Ewal derbarê pêşengiyên jinên Sûdanî yên di serhildana 2019'an de got: "Jinan rolek lîstine û bê tirs li dijî hemû astengiyan derketine. Lê rayedaran rêz li serhildana wan negirtiye û wê nasîna ku heq dikirin, nestendine. Her kesî ew bêhêvî hiştine û kes jêhatîbûna wan nas nake. Ev yek bang li jinan dike ku tevî cudahiyên xwe, bibin yek û planeke rastîn ji bo vegerandina mafên xwe amade bikin. Divê di nava jin û komên jinan ên sivîl û siyasî de hevaheng bê avakirin û li ser ajandayek hevpar li hev bikin da ku bigihîjin armancên xwe. Bê jinan aştî nabe. Medyaya jinan wek komeke zextê û riyek ji bo veguhestina êşên jinan bêyî veşartin an xemilandina wan, hewcedariyek e."